Şerefname (2. Cilt)
400
İncele“Edîtorê Mîlanoyî yê ku wergera Îtalyanî ya Mirovên Hejar çap kiriye dibêje ku ev berhem ji bo hemî gelan hatiye nivîsîn, rast e, xebera wî ye. Ez nizanim ku wê pirtûk ji alî herkesî ve bê xwendin an na, lê mîn ew ji bo herkesî nivîsandiye. Mirovên Hejar, çendî ji bo Îspanya, Fransa, Îrlanda hatibe nivîsîn ewende jî ji bo Brîtanya, Îtalya, Almanya û hwd; çawa ji bo împeretoriyên ku li ser milên hejaran hatine avakirin hatiye nivîsîn wiha jî ji bo komarên koledar hatiye nivîsîn. Pirsên civatî sînoran nas nakin. Birînên mirovayetiyê, ew birînên bêsînor ku hemî rûdinyê digrin, li xetên sor an hêşîn ên nexşeyan ho venadin, ranawestin qet. Li herciyekî ku nijada mirov nizan û bêhêvîye, jin ji bo nan xwe difroşe, zarok ji ber peydenekirina pirtûkeke perwerdekirinê û agirekî germ êşê dikşîne, Mirovên Hejar li derî dixe û wiha dibêje: Ez ji bo we têm, derî vekin li min. Di vê saeta ewende tarî ya şaristaniyetê ku em tê de dijîn, navê hejar, mirov e; ev mirov li hemî îqliman di ber ruh de ye ûb i hemî zimanan dinale.”
Tedarik süresi 3-4 gün
920tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 170
barkod: 9789758637126
Tür :
Yayın evi: Avesta Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar