Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Qalik

Bawer Ruken

Qalik Kitap Açıklaması Yekemîn romana Bawer Rûken, "Qalik" di nav weşanên Avesta de derket. Yekem kitêba Bawer Rûken a bi navê "Dojeha Veşartî" ku ji çîrokan pêk dihat, di sala 2011an de din av weşanên Avesta de derketibû. Ji romanê... "Gava êşa evînê gihîşte lûtkeya herî dawîn, êdî tu tişt nayê nivîsandin ji bilî şewata dil." "Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî." Ligel ku awirên wî di pencereyê re li şevreşiyê dinêrin jî; lê mejiyê wî hîn di nava romanê de ye. Bûyerên ku dixwest li gor fikr û hestên xwe bihûne, wî li ber dîwarên bilind bêçare dihêlin. Bûyer, di nava romanê de rêça xwe bi xwe rast dikin. Lêbelê tevî ku di destpêkê de her tişt di bin qontrola Ramenîl de dimeşiya, tevdigeriya û dijiya jî, piştî pênc beşên ku bilez hatin nivîsîn şûn de êdî nivîskar bê vîna xwe li pey leheng û bûyerên romana xwe diçe. Her çendî ew fikra di destpêkê de wî aciz bike jî. Paşê dihêle ku ew ji vê yekê dilrehet bibe. Ji ber ku ew tenê li nivîsandinê difikire. Ew ne li rêzkirineke bi rêk û pêk a bûyeran û ne jî li hûnandina tevneke bi pevgirêdayî difikire. Jiyan romaneke bêwext e ku hemû lehengên wê bêwext tên û dikevin nava bûyeran. Dîsa bêwext derdikevin ji nava romanê. Lewma yek direve û yê din dide pey wê. Ew rewşa her û her berdewam e û wê berdewam bike jî heta ku jiyan hebe. Nivîs, tu him demsala bihara dil î him jî payîza tenêtiyê yî. Ma ne trajedî ye dayêcan xwendin û nivîsandina te tune ye. Heke ez bixwazim çend hûrikên gotinan li ber te raxînim da ku tu ji navê çendîn nas ên aîdî xwe û min hilbijêrî ma tê karibî? Na dayêcan na ez bi zimanekî wisa dinivîsim ku ne dê ne bav ne jî der û dora te tê digihîjin. Mîna kerr û lalan ez ji xwe re dinivîsim û dîsa ez ji xwe re li çepikan dixim û dilê xwe bi xwe dişewitînim û di heman demê de bi xwe li ber dilê xwe didim. Û carna bi hêrseke fetisokî li ber serê gotinên xwe rûdinim yek bi yek, yek bi yek, yek bi yek mîna gulên biharê ter û teze bêyî ku dilê min bi wan bişewite dikujim. Ma ne trajedî ye dayêcan li vî bajarê Rihayê her kes di kirasekî dîtir de ku qet û qet naşibe kirasê malê de dijî. Kirasekî ku tu carî li ser rastiyê rûnane û bêguman wê tu carî jî nikaribe li ser rûne. (Tanıtım Bülteninden)

Fiyat:75 60

Tedarik süresi 3-4 gün

940tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  220

barkod:   9786055279660

Tür :roman

Yayın evi:   Avesta Yayınları

Bezner Kitaplar

Ölmeyi Beceremeyen Hiç

128

İncele

Esmer Yara Beyaz Kurt

200

İncele

Berfa Sor

208

İncele

Li Çiyaye Helgurde Şee Ronahi u Tariye

112

İncele

Pelen Berikirine

400

İncele

Kayıp Öyküler - Zeryandan Kaçış

120

İncele

De ü Demari

112

İncele

Amidabad-GöçÇocuk ve Irmak

120

İncele

Serjın

68

İncele

Zaroken Bezıman

52

İncele

Xewnên Pînekirî

64

İncele

İyi'ye Övgüler

75

İncele

Rewingiya Çavşine

80

İncele

Gundemiran

48

İncele

Balindeyen Li Ber Be

156.8

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar