Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Demsalek Lî Hekarîye

 Ferit Edgü

Ferit Edgü, nivîsandinê wekî armanceke heyînîyê dibîne. Vê heyînê bi afirandina hişê takekesî, bi afirandina şêwazekî nû, sade û zelalkirina zimanekî nû yê giyanî pêk tîne. Di dema ku civakparêzî serdest bû wî takekesîtî bijart, ew stewand. Bi ya wî tenê takekes dikarîbû azad bifikire, xwe biafirîne, dijber be, ji kerî veqete, û bike ku yên din jî dijberîyê bikin, li dijî nehaqîyan, fikirîna giştî, dogmayan. Qonaxên nivîskarîya wî bi çûyîna Parîsê û mayîna wî ya li Hekarîyê distewin. Bi gotina wî azmûna wî ya nivîskarîyê dibe du beş; berî Hekarîyê û piştî Hekarîyê. Li Hekarîyê çi hebû, çi bû ku ew qasî guherîn têde çêkir? Li wir çi dît, çilo dît, bi çavê kê dît? Di Demsalek Li Hekarîyê de, di navbera mirovekî avî û yekî bejî de li zimanekî hevpar gerîya. Ne zimanekî ku ji peyvan pêk tê, yekî ku ji hevparîya ruhekî pêk te: Ji ber ku zimanekî hevpar divê ji fêmkirinê re. Zimanê hevpar jî, Jîyana hevpar / zanîna hevpar / serbûrîya hevpar / carinan xeyalên hevpar, rabûn û ketinên hevpar e. Ne hevpar jî be, dişibe hev / nêzî hev / fenanî hev. Lê heye tu bêjî, Ez li tiştên ji min re nenas digerim. De naxwe rêya te vekirî be. Li wir, li Hekarîyê, di romana Hekarîyê de ne rastîyeke teqez(mutleq), rastîyeke rastî –her çi qas ji rastîyên wir xwaribe û vexwaribe jî- darîçav dike. Rastîyeke hunerî ya hûnandî şanî me dide. Li wir têdigihe(bi me jî dide gihandin) ku mantiqekî dîtir dişixule. Li wê devera dûrî her deverê, li serê wî çiyayê bilind û xalî, li Pîrkanîsa çardehmalî, wê devera sar û sermayî, bê derfet, bê rê, tenêhiştî, tenêmayî, li ber rehma Xwedê û dewletê. Li wir gava li xwe digerîya bi ser yên din ve bû, û di dawîyê de xwe nasî, wekî nivîskarekî ji nû ve za. Terkeserekî ji ber behrê pekîyayî serê çiyayekî, bajarokekî kevîya dinyayê, hew dibîne li dinyayeke dîtir e, tenê ye, di nav bîyanîyan de bîyanîyek e. Li wê derê bi xwe re, bi xwezayeke cihê û dijwar re, bi mirovên cihêwaz re rû bi rû dimîne. Terkeserê rewşenbîr hino hino dibe şahidê zor û zehmetî, pûçîtî, cihêtî, û neçarîya jîyana wir, dibe şahidê zordarîya adet û yasayên wir. Jê tê xwestin ji zarokaê wan re bibe mamoste, ji nexweşên wan re bibe nojdar. Ew, ji neçarî dipejirîne, dikeve nav hewldaneke kêmhêz. Ji xwe re, ji wan re, ji zarokên wan re li çareya neçarîyê, li çareya tenêmana xwe, tenêtîya wan digere. Bi ponijîn, bi xewn û xeyalan, bi hewldana nivîsandinê, bi lêgerîna maneya hebûn û nebûnê tenêtîya xwe piçekê sivik dike, lê ya wan… ew hînî neçarîyê bûne, olana dengê wan li gundikê wan diqutife. Axir, bi zimanekî kurt, xweş, lihevhatî, kemilî, tîr, ji me re helbestekê, ceribandinekê, çîrokekê û herweha romanekê dibêje û dibilîne ku dengvedana wî ji kengî ve ye berdewam e.

Fiyat:230 184

Tedarik süresi 3-4 gün

816tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  223

barkod:   9786057535580

Tür :roman

Yayın evi:   Lis Basın Yayın

Bezner Kitaplar

Gulperî

160

İncele

Şemal

40

İncele

Şer Li Çiya - Şex Zayir

140

İncele

Fatfatilok - Sindirellaya Kurdan

52

İncele

Biranin

64

İncele

Lehenge Tazi

148

İncele

Ware Nu

76

İncele

Lawê Pîrê

144

İncele

Medyamorfoz

160

İncele

Bitlis Beyi Abdal Han'a Gönderilen Kanlı Ekmek

75

İncele

Çebuna Gerdune u Peydabuna Jiyane

64

İncele

Baxek Jı Folklora Kurdi

48

İncele

Mesnewiya Yusuf u Zuleyxaye

240

İncele

Qolyeya Cecilee

260

İncele

Mamiken Me

160

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar