Faust
760
İncele
li asoya gemarî baskên çûka şeqî li ser dilê min hêlîneke telandî ji agirên bêrijik digerim li peraveke xêt û xeydok a ji dilopên deryaya tenahiyekê dirijim wekî awêneyeke şikestî bi ser baweriya xwe de her parçeyek dibe şewqa rûyê sûnawêrkekî di nêv lêgerîneke bêhûde de qesta şikandina zincîran dikim -zanim, ev mizgîniya tariyeke reşbelek e- kulîlkek vedibe û beriya bûtika xwe diçilmise soresêvek dikeve ser devê rêya min vê spêdeyê arezû xewn in, xapînok in, tên û diçin û ez li pey awêneyên şikestî bi her parçeyekî re hinekî din jî wenda dibim...
Tedarik süresi 3-4 gün
880tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 96
barkod: 9786259768328
Tür :
Yayın evi: Sor Kitap
Kitap mevcut değil
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar