Roman bi kurdiyeke gelek zelal û vegotineke herikbar hatiye nivisandin, cih bi cî ne tenê ketiye nava hestên goriyan, ew giyan û psikolojiya psikopat a êşkencekaran jî li ber çavan raxistiye (...) Mirov dema romanê dixwîne, bi xwe ew rojana nedîtibe jî xweber wan rojan dijî, wek Celadet li dijî ev dewlet û pergala wek robotên elektronîk, di berxwedanê de dipije, dibe wek dijberê vê pergalê...