Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Bazeber

Ergîn Opengîn

­Mela Se’îd Şemdînanî li salên 1870yan ji dayik bûye, li Hewlêrê medrese xwendiye û di dema Şêx Mihemed Sidîq de li Tekiya Nehrî mamostetî kiriye. Sala 1914an gava dewleta Osmanî cîhadê radigihîne, Mela Se’îd fetwayekê li dijî cîhadê dide û li ser wê yekê tê girtin, lê gava ji bo mehkemeyê wî dibine Mûsilê bi destê mirovên xwe tê rizgar dibe. Mela Se’îd xwe digihîne Ûrmiyê û li wir hem karên siyasî û civakî dike û hem jî dibe mamosteyê kurdî yê sefîr û kurdologê navdar Basil Nikitin. Li ser daxwaza Nikitin, hejmareke zêde ya hekayetan li ser çand, civak û dîroka herêma Şemdînan û derdorên wê dinivîse. Mela Se’îd sala 1918an di temenê navsere de her bi destê mirovên xwe tê kuştin. Piştî şoreşa 1917an li Rûsya, Nikitin mişext dibe Parîsê û destnivîsên Mela Se’îd ligel xwe dibe û çendek ji wan çap dike. Piştre kurdologên wek Thomas Bois û David N. MacKenzie jî li ser wan dixebitin, lê piraniya destnivîsan di arşîvan de neçapkirî û nenas dimînin. Ergin Öpengin ji arşîvên şexsî û dezgehî yên li Ewrûpayê ew destnivîs bi dest xistine û bi rengekî hûrbînane ew tevî danenasîn û nirxandineke berfireh di vê kitêbê de amadeyî çapê kirine. Mela Se’îd Şemdînanî di van nivîsarên xwe de bi çavê zanayekî dunyewî û ronakbîr li meseleyên siyasî û civakî yên dema xwe dinêre, û bi hekayetbêjî û bi rewanbêjiya xwe ya sersûrker tabloyeke rengîn a Kurdistana sedsal berê dikêşe ku tê de ji metelokên heywanan heta çîrokên şexsiyetên deverê, ji serhildanên kurdan li dijî dewleta Osmanî heta şerên di navbera eşîretan de, ji nîqaşên dînî heta dîroka terîqetên herêmê behs û babetên cihêreng cih digirin. Piştî Mela Mehmûdê Bayezîdî, Mela Se’îd Şemdînanî duyemîn stûnê pexşana kurdî ye ku dê bi vê berhemê çêtir bê nasîn. Lê ev nivîsarên Mela Se’îd herwiha bazeber in, anku “kevirên di ser re bazdanê” ne, ji zemanê mîr û şêxan bo zemanê dewletên navendî, ji serdema berî şerî bo piştî şerî, ji cîhana devkî ya kurdî bo cîhana nivîskî, û ji edebiyata kurdî ya rist û helbestan bo ya pexşan û paragrafan.

Fiyat:300 240

Tedarik süresi 3-4 gün

760tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  308

barkod:   9786257253208

Tür :

Yayın evi:   Avesta Yayınları

Bezner Kitaplar

Mezopotamya Vekolineke Diroki Dı Bajarvani Kültür u Dramaye De

120

İncele

Zerdüşt Dini

320

İncele

Yekîtiya Ewropayê

40

İncele

Bir DDKO’lunun Kürt Yaşamı

161

İncele

Kurd-Destpeka Diroka Etniki

86.4

İncele

Diaspora Kürtleri

122.5

İncele

Nivisaren Farsiya Kevin Yen Dariyüs

56

İncele

Folklor ü Teoriyen Folklore Yen İroyin

120

İncele

A'dan Z'ye Her Yönüyle Silopi

88

İncele

Ferhenga Tegehen Hiquqa Navnetewi 1

120

İncele

Nameya Serencame Yan Kelama Xezineye

200

İncele

Bi Kurtayi Diroka Ezdıyen Ermenistane

280

İncele

Mir Bedirhan

144

İncele

Bendname

120

İncele

FERHENGA BIWÊJAN / DEYİMLER SÖZLÜĞÜ (SET)

1504

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar