Bi serê wê biharê! Ez û hemû jinên ruhê xwe Em difirîyan ew dem Jinên sistok û jihevdeketî, Û jinên hinekî bi tevger û jidandî Û yên dikarin dinyayê li ser sînga xwe kil bikin jî di nav de Qefle bi qefle Em difirîyan ew dem Bê per, Bê bask, Bê fîstan Me bi firên xwe çol dikirin gulistan