Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Hemû Helbest

 Sohrab Sepehri

8 Berhemên Hostayê helbesta Îranê êdî bi kurdî ne! Weşanxaneya me(weşanxaneya NA) bi kêfxweşî heşt berhemên hostayê helbesta Îranê Sohrab Sepehrî bi hevra pêşkêşî we dike. Sohrab Sepehrî; Sohrap Sepehrî, helbestvan, nivîskar û wênesazê Îranî ye. Sepehrî yek ji serkêşê helbesta nûjen a Îranê ye û helbestên wî Îngilîzî, Fransî, Spanî û Îtalî jî di nav de bi gelek zimanan hatine wergerandin. Sohrab Sepehri, di 7ê cotmeha 1928an de li Gundê Kaşanê ya bi ser Îsfehanê çavê xwe ji dinyayê re vedike. Zaroktiyê li Kaşanê, di baxçeyeke bavpîrên xwe derbaz dike. Bavê wî Esededulah Xan Sepehrî, û dayîka wî jî Furûx Sepehrî ye. Sohrab, tevî helbestkariyê di heman demê de jî wênesaz jî bû. Afirîneriya Sohrab herî zêde sûdwergertin ji reng û karanîna peyva nû ye. Herweha Sepehrî ji nifşek ê helbestvanê wênekarîyê ye, ji vî aliyî ve helbesta Sohrab bi xwezaya xwe re girêdayî ye. Tevî vê jî xwediyê dîtineke arîfane û di xwezayê Xwedê vedikole. Ji ber nehevnasiya reng û sembolan yê bi remzên ku Sohrab bikar tîne di xwîner de şaşwaziyekê dixuliqîne. Helbesta Sohrab weke neqaşiyên wî bi rengo reng e.Di helbesta xwe de fikara wî li ser insên û qedera wî ye. Ew hemû tiştî di nêrîna xwe de bi têkûztir di warê xwe de vedixwîne cihaneke wêdetir. Hemû eşya ji bo wî xwedî jîn in û ev eşya xwediyê ruh û hest in. Wî, di helbestên xwe de, weke hin helbestvanên Îranî, yên weke Mehdî Exavansalis, Furûx Feroxzad û Ehmed Şamlû, siyaset û teorî venehewandî ye. Ew, têgeha jiyan ê ya ku di rêya wê de şerr; pevçûn, bawerî, bîrdozî û tevlihevî diqewimin bêwate dibîne. jiyan, ji bo wî ne xwuyanek e. Her weku di helbesta xwe de, bi zimanekî sivik dişibînegezkirina sêvekê.Jiyan di hizra wî de vebîr e; jiyan ne tişt e ku, di keviya dolaba kevneşopiyê de Ji bîra min û te biçe. Li gorî wî, jiyan weke gellek tiştên xwezayê xwerû ye. Dema ku ji jiyana nûjen a bajaran aciz dibû termûsê xwe yê çayê dixiste boxçika xwe û ber bi kaş û qelaç û çiyayan ve hildikişiya. Li wê derê, guhdarî sitranên çivîk, giya û bayê dikir. Helbestên wî di demên dawî de bandorê li ser sînemaya Îranî'yan jî kiriye, ji ber vê yekê ku, di pirtûkên dîrokî yên sînemaya Îranî'yan de, -ku serok û serkêşê sînemaya Îranî'yan yê ku tê qebûlkirin Ebbas Keyarostamî ye-gellekî di bin tesîra Sepehrî'yî de maye. Fîlmê Îraniyan ê ku herî pirr di mîhrîcana Cannes Fîlmê de xelatê wergirtiye, yê bi navê Mala dostî li kurê ye ji helbesteke Sohrabî, ji ya bi navê Navnîşan ê wergirtiye. Her wiha helbesta wî ya bi navê Av -em avan şolî nekin bûye sernavê fîlmekî din. Helbestvanên Îranî yên nûjen ên ku serkêşî kirine, di hêla teşe û zimên de him bihev re her tim di nava şer de bûne, him jî di hêla teşeyê de bihev ve girêdayî bûne. Helbestên Sohrabî, ligel vehewandina tenêtiyeke kambaxî, her tim jiyaneka di xweşikahiya zarokekî de tewsîr dike. Di helbestên wî de, têgeha jiyanê: jiyantiştekî wek taviyên barana cejnê, û çinareke tije ji teyrikên reşêleyê bûn. jiyan wê demê wek ronî û rêzên pêlîstokan bûn. himbêzek azadîbû. jiyan di wê demê de hewza mûsîkî bû. Sirûda Jehrê Dimêjim çiçikên şevê Û li pey rengê bi efsûna laşî negemirî Çavên te yên tije xwelî bi nêrîna xwe vedikolim Li pey tunebûna min ji mêjve ye Jehrê dirijîne rehikan ev efsûna bêar bi xwe Heta ku wê têkelî şîr bike .... Dojeha Serberdayî Min şev vexwariye Û li ser van şaxên şikestî digrîm Min bi tenê bihêle Ey çavê tagirtî yê serberdayî Min bi jana bûyînê re bi tenê bihêle Nehêle ez xewa bedena xwe per per bikim Nehêle ez ji balîvê tarî yê tenêtiyê serê xwe rakim Û bi dawa bê esl û esas a xewnan ve hilawêsim .......

Fiyat:200 160

Tedarik süresi 3-4 gün

840tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  311

barkod:   9786257085120

Tür :şiir

Yayın evi:   Na Yayınları

Bezner Kitaplar

Yaratılmamış ve Yaratılmış Işıklar

150

İncele

Bejna Zirav

12

İncele

Ji Te Hezkirin

70

İncele

Sesine Geldim

98.4

İncele

Tove Kurdistan

96

İncele

Xeyalen Tekçuyi

24

İncele

Mavi Kelebek

40

İncele

Bir İntihar Öyküsünün Bitmesidir Bu

90

İncele

Şairin Kavgası

112

İncele

Kuşların Şarkısı

93.6

İncele

Evaren Rayine

28

İncele

Ya Ji Sevan Ü Wedetir

30

İncele

Ez û Hemû Jinên Ruhê Xwe

80

İncele

DAĞ-I DEVRAN

64

İncele

Zıryan ım

32

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar