Awiren Xeyidi
194.4
İnceleXwendeyên Ezîz, Li welatê me tiþtek nayê guhertin lê em dibin malbateke mezin, malbateke heteretopîk. Bi ev hejmarê kovara Heterotopîa 1 salê xwe tije dike. Bi hêz û piþtgiriya we em hatin van rojan, hêvîdar im hîn gelek salan em pev re bibihurin. Bi ked û xebatên rojan dîsa me hejmareke heterotopîk hazir kir. Di ev hejmarê de bi gelemperî me cih dan çîrokan; ligel wan jî di hejmara me ya yek salî de me bi nivîskar û helbestvanên pir nirxbilind re hevpeyvîn pêk anîn. Her hevpeyvîn ji alî bingeha entelektüel û edebî pir xurt û bi tehm in. Di beþa wergeran de jî nivîskarên ji dunyê beþdarî kovara me bû ne-bi saya wergêrên xwedî qelemê xurt- Tolstoy, O'Bener, Yusuf Atilgan serê wan dikiþînin. Wek her sê hejmarên din di hejmara 4'an de jî kovara me ji sê beþan pêk tê û ji bo her beþê hevalekî me edîtoriyê dikin: beþa çîrokan di bin qontrola Rifat Yildiz de bû, beþa rexneyê Abdurrahman Aydogdu lê nihêrî û beþa wergeran jî bi keda xebatkarên Weþanên Na'yê hate hazir kirin. Ez dîsa bangî edebiyathezan dikim: ev kovar kovara we ye jî û em her tim li hêviya xebat û nivîsên we ne. Bixwînin bira mejiyê we bizê û peyvan biwelidîne. Li gel silavan.
Tedarik süresi 3-4 gün
960tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 0
barkod: 9786059017466
Tür :
Yayın evi: Na Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar