Ey xoşewîst û rêzdarên dilpak Welatperwer û zana û ronak Ji nava êl û gund û bajaran Qewmînek e ev ji nav hezaran Mebesta grîng ji vê bûyerê Nîgarek e ev ji demên berê Dibe rojekê ev bibe nexşek Ji bo dîrokê xelat û bexşek Ger ev bûyer û rûdanên kevin Ji bo wêjeya me bibin tevin Wê bixemile bejna dîlberê Rengîn kin emê taca hunerê Taca hunerê em bi nexşînin Kêmasî hebin me bibexşînin