Warway
64
İnceleSercem Soneyen William Shakespeare-The Complete Sonnets of William Shakespeare Kitap Açıklaması Çapkirina kulliyata Shakespeare didome. Piştî “Romeo û Juliet” berhema duyemîn “Sercem Soneyên William Shakespeare” e. Di dorê de “Macbeth” heye. “Ji serdema ku ev sone hatine nivîsîn û çapkirin û belavkirin heta bi îro, li gel lêkolan û vekolanên ku li ser şanonameyên wî hemûyan bi azîneyeke çeperastî hatine kirin, der barê soneyan de qiyametek şirove hatine kirin, şerh çêbûne, her disîplîneke zanistî xwestiye pêka (bi yeka) xwe ranêzîkî soneyan bibe. Lê her çend, ji helsengandinên teolocîk bigirin heta bi yên li ser mijara cinsiyetê, ev aloziyên nirxandinan li derinan bigihîjine hev jî, gava ku em mekanîzmaya pêkhatina şi’rekê ji bîr nekin, bi raya min rasttir xuya dike ez bibêjim, çi xef çi jî eşkere, ku ev sone awêne ne wekî em tê re bi alîkariya hincet û perdeyan (wan her du beytên Xanîyê mezin ên di Mem û Zînê de bînine bîra xwe) gava xwe davêjine nava jiyana xef a William Shakespeare bi xwe. Sercem soneyên William Shakespeareê gewre piştî 11 salan dîsa bi we re ne!” -Kawa Nemir (Tanıtım Bülteninden)
Tedarik süresi 3-4 gün
808tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 380
barkod: 9786257253147
Tür :şiir
Yayın evi: Avesta Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar