1915 Komkujiya Ermeniyan
80
İnceleKİTAP HAKINDA: Li gora Tzvetan Todorov, Mîxaîl Baxtîn giringtirîn teorisyenê edebiyatê yê sedsala bîstan e. Di navenda xebatên Baxtîn de edebiyat hebe jî, wan karîgerî li temamê zanistên mirovî kiriye. Piştî ku bi rêya zanyarên wek Kristeva û Todorov, Baxtin li Ewropayê hat naskirin, li derdora navê wî û bi îlhama xebatên wî ew hinde hizir û teorî hatin avakirin ku wî yê tu carî texmîn nekiribe. Edebiyat, sînema, perwerde, felsefe, semiyotîk, xebatên çandî, antropolojî, xebatên femînîst û postkolonyal, Marksîzm û teolojî hin ji wan qadan in ku karîgeriya Baxtîn li wan bûye. Di teoriya edebî ya Baxtîn de çemkên pirdengî, heteroglossîa û karnaval cihekî giring digirin. Di vê xebatê de ev her sê çemk bi berfirehî hatine ravekirin û bi pirdengiyê Mîrnameya Jan Dost, bi heteroglossîayê Saturna Remezan Alan û bi karnavalê Aporîaya H. Kovan Baqî bi xwendineke nêzîk hatine xwendin. Çar nivîsarên din ên di vê xebatê de dê hem ji bo famkirina teoriya Baxtîn ya edebî û hem jî ji bo dîtina cihê wê di nav teoriya edebî bi giştî de alîkar bin. YAZAR HAKINDA: Umran Aran (Ümran Altınkılıç) di sala 1985an de li Qosara Mêrdînê ji dayik bûye. Di sala 2010an de li zanîngeha Mimar Sinanê bernameya lîsansê ya Matematîkê û di sala 2015an de li zanîngeha Mardin Artukluyê bernameya masterê ya Ziman û Çanda Kurdî kuta kiriye. Li zanîngeha Dicleyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de bernameya doktorayê dixwîne. Di avakirina kovarên Wêje û Rexne, Zarema û Kund de cih girtiye ku hîn jî edîtoriya kovara Kund dike. Li zanîngeha Mardin Artukluyê di beşa Ziman û Çanda Kurdî de wek lêkoler dixebite.
Tedarik süresi 3-4 gün
940tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 144
barkod: 9786058160897
Tür :
Yayın evi: Peywend Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar