Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Gerdeniya Gewheri

Şerha Dîwana Melayê Cizîrî

Gerdeniya Gewheri Kitap Açıklaması Bêguman ev berhema bi navê Iqd el-Cewherî/Gerdeniya Gewherî ya şerha Dîwana şaheser a [Mewlana] Melayê Cizîrî gava ji hêla Miftiyê Qamişloyê zanayê hêja Mele Ehmedê Zivingî (1893-1971) ve hat nivîsîn û weşandin hingê di nav feqî, mela û zanayên wextê yên erebîxwên û erebîaxêv de gelekî nav da, lê navûdengê wê bi tenê ne li nav zana û xwendeyên kurdan ên derva û yên nav Kurdistanê belav bû. Lê herweha navûdengê wê gihîşt heya gelek welatên biyanî û bi taybetî jî welatên ereban ên mîna Misir, dewletên erebîaxêv ên bakurên Afrîka û paytextên Ewropa jî. Çawa ku weşanxaneya es-Sebah gava çapa duyem ya erebî weşandiye jî ew ji devê Zivingî lê bi kurtî weha daye nasîn: "Bi vî awayî wergerandin û şiroveya Dîwanê qediya û bû mînakek ji bo rewanbêjî, balkşiya ser rêkûpêkiyê û baweriya wêjeyî. Bêguman bêzêdekirin ev kitêba pêşî ye di cûreyê xwe de ku di dewlemendiya kitêbxaneya erebî de beşdariyeke weha pir çalak kiriye û jixwe pêrabûna bi karên weha ve jî ji bo danenasîna edebiyata gelê kurd ê misilman bi gelên din gaveke mezin î giring e. Wergêr bi xwe di çapa pêşî ya sala 1377/1957an de gava ku li çapxaneya el-Rafidîn a bajarê Qamişlo hatiye weşandin, serpereştiya qonaxên rastkirin, çapkirin û derxistina vê Şerha Dîwanê kiriye. Hingê ew li welatên rojhilata erebî û rojhilata navîn heya bigihê balatirîn deverên Kurdistanê belav bûye û bi saya mezinî û gerrvedana tora weşandin û belavkirina gelemperî û taybetî ew ketiye Qahîre û paytextên Ewropa jî û pê re jî ji bo hêjadîtina vê xebata mezin a wergeranê ji wergêrî re ji kesên bîrewer, edîb û siyasî peyam û nameyên rûmetgirî û pesindanê raweşiyane. Jixwe bi derketina vê Şerhê re xwendevan û xemdarên hunera klasîk bi taybetî jî yên Cizîrî êdî dikaribûn wê baştir fêhm bikin û qenc bizanibin ku şirên Cizîrî ne bi tenê hinek qesîdeyên sofîkî yên devkî ne, lê belkî ew xwedî naverokeke evînî, fîlozofî, mitesewifî feleknasî, dîroknasî, civaknasî, ol û dînnasî, zimannasî û nîşan û dirûvên sembolî û gelekên din in. Zivingî bi wê xebata xwe ya giranbiha gelek tevlîheviyên ser dema jiyana Cizîrî û evîna wî jî ji holê rakir, ew cudahiyên ku li ser jiyan û evîna wî hem di nav xelkê de belav bû û hem jî di gelek berhemên tarîxî û edebî de hebûn, komî ser hev kir, pirên wan paqij û sererast kirin û ne temam be jî dema jiyana wî ya nêzîktirînê rastiyê derxist holê. Herweha ji ber ku heya dereng jî bi piranî çapa Dîwana Cizîrî ya Stembolê li ber dest hebû û ew jî bê zêr û ziber (bêvokal) bû xwendina wê zehmet bû ku ji ber vê jî herkesê erebîxwên jî dest ji naverokê berde jixwe nikaribûn honraweyên wî rast bixwînin jî. Lê Şerha Zivingî bi zêr û ziberkirina (vokaldanîna ser) gotinan xwendina wê jî hêsantir kir ku hemî kesên erebîxwên heya quranxwên jî êdî bêzehmetî dikaribûn wê bixwînin. Mela Ehmedê Zivingî di pêşgotinê de wiha dibêje: "Ev karekî weha bû ku berê kes pê ve ranebûbû û ji wê bonê jî hêmanên ku ez jê sûd werbigirim û li ser wê riyê herim tunebûn. Herweha ez di paşiya temenê xwe de digel kêmbûna materyalan, qelsiya bîr û hizra xwe, piriya karûbarê pêwendiyên xwe û astengên peywest e cara pêşî bi karekî weha ve radibûm. Ji ber van sedeman jî bi rastî ji bo qedandin û derxistina wê bi alîkariya Şahê perestî ez pêrgî gelek zehmetî û erqele hatim û min hew karibû gotinên wê bi ferhengî mane bikim û hima di ser rû de maneyên wan rave bikim. Lê belê ji bilî çend cihên kêm ez qet neketim kûrahî û berfirehiya maneya rastî ya ku Mela jî mîna şairên hemdemên xwe yên tesewifê yên din dixwest bi mînakên xezelî û telmîhên rewanbêjî destnîşan bike. Lewra ez ji têgihîştina wan pênîşandanên hêja yî kûr dûr im û min ew ji kesên din ên ku ji heq dertên re hişt bi hêviya ku xîret li yekî bixe, bi vê kêmasiyê bihise û wê temam bike. Min bi xwe cehd û xebata ji bo rastkirina gotinên xerabkirî û sererastkirina hevok û derbirînên tevlîhevkirî û diyarkirina raz û dirûvan û kifşkirina destnîşanan li gor hêz û biriya xwe ya kêm tu kêmasî nexistiyê, lê digel vê jî doza berîbûna ji şaşî û kêmasiyan nakim çunkî mirov cihê petatî û şetatiyê, dûrbûna ji rastiyê û wargeha gunehan e û xwedî mafê lêborîn û bexşînê ji hevcinsê xwe û ji Şahê mihrîvan e. Jixwe ger tu serkeftî bî ew bi alîkariya Wî yê payeberz e û ger tu şaş û çewt bî jî jixwe ji ber ku şaşî û kêmasî adet û hêwişiyên mirovan e. Çendî ku ez di karê ravekirinê de negiham encameke bi dilê xwe jî lê ez tirsiyam ku mirin berî wê bigihîje min û xelaskirina wê ji dest bifewite, çunkî pêjn û hisên me qels bûne û paşiya temen jî nêzîk bûye. Di ravekirina vê dîwanê de min gelek kêm destnîşanên tesewifî û maneyên rastî diyar kiriye, lê ger ravekarek li pey ramanên wê bikudîne û ji bo dorgirtina hemiyê wê bixebite û bivê qenc diyar bike hingê defter hemî têra hinek jê jî nakin û xame jî dê berî gihîştina amancê lawaz bibin û hibir jî dê hişk bibe." Evd el-Rehîm Rehmiyê Hekarî bi honraweyekê serwextiya Melayê Cizîrî ya bi zimên destnîşan kiriye û pê pesnê wî daye: Şîrazî li nav fursan kêşa êlema/elema işqê Mella te bire ew can Hafiz bike pê meşqê Lakin bi kirasek dî nûrê şefeqek tê da Dîbayekî kurmancî raçand di Cizîrê da Mella te wekî Hafiz Firdewsî nekir ustad Hem işqê ji nû hilkir kurmancî te kir îcad Pûlêd zexel kurdî te bi yek nezerek zêr kir Mala ku feqîr mayî tijî durr û gewher kir Kurmancî divê herdem fexrê bi te kin el-heq Lakin tu ku Mensûr î rutba te bû ena l-Heq Şairê alman Goethe (1749-1832) jî wiha dibêje: Şahberhema kitêban ya evînê ye Min ew xwend pir bi baldarî Hindik pelên wê xweşî Hemiyên din kul û keder Hicran û cudahî beşektî Pareke kurt hevgihanî Dû re raveya xem û derdan Dirêj dibe bi cildan, Bêdawî û bêhejmar. Ey Nisamî/Nîşanî axir Te riya rast dît Kî dikare hişkegirêkê veke? Da evîndar vebigihin hev. Johann Wolfgang von Goethe, Dîwana Rojhilat ji Şairê Rojava, wergera swêdî, ji M. Tegenana; Naîf Tahir Mikaîl, b. n., r. 66 (Tanıtım Bülteninden)

Fiyat:3000 2400

Tedarik süresi 3-4 gün

kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  1200

barkod:   9786055279318

Tür :

Yayın evi:   Avesta Yayınları

Bezner Kitaplar

Dönemeç Yazıları

400

İncele

Kemalizm ve Kürd Ulusal Sorunu 3 - General Diplomat Şerif Paşa ve Meşrutiyet

560

İncele

Kuşatmayı Yaran Kürt Kadını

720

İncele

Yılmaz Güney Hazinesi

140

İncele

Cezalı Delikanlı

122

İncele

Kürt Medreseleri ve Alimleri 1. Cilt - Teori ve Müfredat

720

İncele

Acılı Coğrafyanın Kederli Çocukları Ezidiler

720

İncele

Ditınhezar

308

İncele

Gule U Sino

312

İncele

FERHENGA BIWÊJAN / DEYİMLER SÖZLÜĞÜ (SET)

3008

İncele

Kürtlük Türklük Alevilik Etnik ve Dinsel Kimlik Mücadeleleri

400

İncele

Avrupa'da Yezidilik; Farklı Kuşaklar Dinleri Hakkında Konuşuyor

480

İncele

Toplum Mühendisliği ve Birey

256

İncele

Kürt Hakim - Faik Bucak'ın Yaşamı

400

İncele

Kürt Düşün Dünyasında Kısa Bir Gezinti

96

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar