Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Klam ü Jin

Tekin Çifçi

Klam ü Jin Kitap Açıklaması Dîroka xebatên folklorî gelekî kevn e. Di qirnê navîn de hin zanyar û wêjevanên Awrûpayî dest bi berhevkirina xebatên folklorî kirine. Folklor û çanda devkî du qadên têkilî hev in. Têkiliya çanda devkî û wêjeya devkî, têkiliya wêjeya devkî û ya nivîskî bûye mijara gelek xebatan. Di nava Kurdan de dengbêj, “bîra devkî” ya civakê ne. Her tiştê têkilî jiyanê, di nava vê bîrê de ye. Dengbêjan bi berhemên xwe, bandoreke mezin li ser wêjeya nivîskî kirine. Pêşketinên civakê, têkiliya navbera folklor û hin dîsîplînên din yên wekî dîrok, zimanzanî, erdnîgarî, wêje û mirovnasiyê eşkere kiriye. Dîroka xebatên bi navê folklorê digihîje sed û şêst û şeş sal berê. Cara yekemîn, W. J. Thoms, di sala 1846an de bi navê “folklor”ê gotarek nivîsandiye. Jê pêve li gelek welatên cuda, bi navê folklorê gelek xebat hatine kirin. Kurdan jî ji nîveka sedsala XIXan û şûnde dest bi berhevkirina berhemên folklorî kirine. Wekî her gelên dinyayê, di nava gelê Kurd de jî di afirandin û domandina folklorê de jinan roleke sereke lîstine. Jinan di her beşa folklorê de peywireke girîng hildane ser milê xwe û ew bar bi serbilindî û serfirazî gihandine roja îro. Jinan hebûna xwe spartine kilaman û hemû hest, raman, êş û taybetiyên xwe yên cinsî bi kilamkî strane. Statûya jina Kurd ya di nava malê û civatê de hêjayî xebateke berfireh e. Lê ji ber ku statûya jinan jî di nav kilaman cih girtiye di vê xebatê de wekî destpêkekê beşek ji bo vê mijarê hatiye veqetandin. Ji ber ku bingeha xebata me li ser kilaman hatiye avakirin, me jî bi awayekî berfireh rola jinê, statûya wê ya di deng û kilamên Kurdî de nirxandiye. Jin carinan bûye kirdeya stranê, carinan jî bûye biresera stranê. Gelek aliyên jinê, li gor armanca vê xebatê, bûne mijara lêkolînê. Lê hevpariya hemûyan jî yek e, ew jî jin e.

Fiyat:190 152

Tedarik süresi 3-4 gün

848tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  208

barkod:   9786055053277

Tür :

Yayın evi:   Nubihar Yayınları

Bezner Kitaplar

Dîn û Mîtolojî

480

İncele

Folklora Kurdan û Çîrokên Herêma Amedê

240

İncele

Yaşar Kemal'in Yapıtlarında Kürtler

160

İncele

Tibba Mela Muhemede Ervasi

112

İncele

Gerdeniya Gewheri

1200

İncele

Rastıya Me

76

İncele

Annales ve Tarih

48

İncele

Dengbej Mehmude Hese

328

İncele

Dünya Basınında Irak

144

İncele

AVESTA ZERDÜŞTİLERİN KUTSAL METİNLERİ (Özel Baskı)

1200

İncele

Suret ul-Erd

152

İncele

Nasandina Kevneşopên Êzdiyatiyê

104

İncele

Diroka Ela Sewedan

64

İncele

Kürt Medreseleri ve Alimleri 1. Cilt - Teori ve Müfredat

480

İncele

İmaj; Di Helbesta Kurdi Ya Modern De

192

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar