Le Hekarî Demsalek
144
İnceleBare Şeve Kitap Açıklaması Romana nû ya Fawaz Husên "Barê Şevê" di nav weşanên Avesta de derket... Fawaz Husênê ku bi "Amîdabad" (2001) û "Parîsabad"ê (2010) cihekî bingehîn di kitêbxaneya kurdî de vê carê bi "Barê Şevê" derdikeve pêşberî xwendevanên kurdî. "Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin." Di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin. Fawaz husên bı mınasebeta xebatên xwe yên nû lı kurdıstanê bı xwendevanên kurdî re tê ba hev. Program dı demek kurt de!... Barê Şevê Fawaz Husên
Tedarik süresi 3-4 gün
920tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 139
barkod: 9786055279035
Tür :roman
Yayın evi: Avesta Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar