Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci

Celadet Ali Bedirxan

Çirokbej - Çiroken Kurdmanci Kitap Açıklaması Hemû çîrokên gelêrî ên ku Celadet Alî Bedirxan berhev kiribûn û di Hawar û Ronahî de bi navê "Çîrokbêj" û "Çîrokên Kurdmancî" çap kiribûn, bi eynî navî bûn kitêb û di nav weşanên Avesta de derketin. Em li vir "Çira Zanînê" ku di kitêbê de wekî destpêk cih girtiye, çap dikin û hemû kedkar û xemxwirên zimanê kurdî bi bîr tînin. Li wextê berê miletek hebû, miletekî mêr û ciwanmêr, lê nezan. Ew milet keti bû bin destên miletine din. Miletên serdest zilm û sitemkarî lê dikirin. Miletê bindest ji heyîna xwe bêxeber, di bin nîrê miletên serdest de hero belengaztir dibû. Lê miletê ji her tiştî bê hay, bi belengaziya xwe jî ne dihesiya. Rojekê, pîrek ji nav wî miletê bidest rabû. Pir li halê miletê xwe temaşe kir; li ser nexweşiya wî vebû. Kal rabû, elfabeyek çêkir û milet da xwendin. Wî pîrî li xelkê xwe pend û şîret dikirin û digot: -Zarono, li zimanê xwe miqate bin, pihêl pê bigirin, hînî xwendin û nivîsandinê bibin; qedrê zimanê xwe bizanin. Miletekî dîl yê ko zimanê xwe winda ne kiriye dimîne wî hepsiyê ko mifta zindana wî di destê wî de ye. zimanê we heyîna we ye. Hon bi tenê bi ziwanê xwe ji miletine din têne ferq kirin. Û rojekê honê xêra wî ji hêsîriyê xelas bibin. Milet ji ya pîr kir, hînî xwendi û nivîsandinê bû. Xêra zanînê li her tiştên dinyayê hişyar bû; bi heyîna xwe hesiya. Belê milet zanî ko heta hingê di zindana nezaniyê a tarî de pûyan dibû. Çira zanînê dora milet bi ronî kir. Milet her tişt dîtin. Zorkeran di tariyê de li wî dixistin, Milet ço ne didît. Lê gava zanînê hawir bi ronî kir, milet çoyê zilmê di ser xwe re dît, ew girt û ew şkênand; berê xwe da deriyê zindanê û jê derket. Ji ber ko, herwekî pîr goti bû, mifte pê re bû. Weyl ji wî miletê re ko zimanê xwe winda kiriye. (Tanıtım Bülteninden)

Fiyat:150 120

Tedarik süresi 3-4 gün

880tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  88

barkod:   9786055279936

Tür :hikaye

Yayın evi:   Avesta Yayınları

Bezner Kitaplar

Sêva Delalî

44

İncele

Soza Min Bû

144

İncele

Nübar

160

İncele

Ape Kal

144

İncele

Zirgewre

112

İncele

Rengbej

11.2

İncele

Dîn in

52

İncele

Guleyşa

112

İncele

Hezkırıya Xwede

52

İncele

Gera Li Dor Dinyaye Di 80 Rojan De

176

İncele

Jiyana Bextiyar

90

İncele

Tolhildan

180

İncele

Edi Dereng Bu

176

İncele

Yalancı Bahar

68

İncele

Sorxêlî

40

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar