İslam Aleminde Vakıf Kütüphaneciliği
80
İnceleXadim Kitap Açıklaması Çapa duyemîn a 'Xadim' derket Çapa duyemîn a 'Xadim' derket. Çapa yekê 2008an derketibû û ev demek bû qediyabû. Kitêba çîrokan a Selahettin Bulut 'Bihuşta Lal' ji bo çapa duyemîn tê amadekirin. 'Xadim', li ser hepisxaneya derve ye. Jêhatê ku piştî 10 salan ji hepsê derdikeve, li derve rastî hepisxaneyek din tê. Şopên deh salên buhurî yên li ser bedena wî, wî ji hepsê bêhtir êsîr dikin. 'Xadim' çîrokeke ku di dawiya wê de sekin tune; dawî şeva reş û windabûna di nav wê tariyê de ye. Ji kitêbê Jêhat serê xwe bera ber xwe da."Hela destê xwe berde..." Jêhat ricifî û destê xwe li ber xwe şidand."Tu ne mêr î!" Jêhat dengê xwe nekir. "Tu tê were tu nayê ez radibim!" Pîrekê got û nigê xwe bi kêleka qaryole ve berda.Jêhat pişta xwe da pîrekê, kincê xwe li xwe kir û derket. Heşê wî sekinîbû, wê çi bikira, bi kû de biçûya nizanîbû, ne ji bo mirinê ne jî ji bo jiyanê taqeta wî nemabû, ket kuçakê, ji wê kuçê ket yeka din û zîz bû... Winda bû...
Tedarik süresi 3-4 gün
928tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 96
barkod: 9789944382526
Tür :
Yayın evi: Avesta Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar