Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Zeynel Beg

 İhsan Colemergi

Zeynel Beg, Îhsan ColemergîXebereke nebaş kêfa zozanîyan verevand. Begzade Zeynelê ku hatibû hêla Lêwînê, alîyê Şaxê, Elkê, Nûdizê, Celo û Bazê 2500 çekdar kom kiribûn, ji bo dagirkirina zoma bavê xwe di rê de bû. Mîr Melek ji nişkan ve pê hesîya. Piranîya çekdarên wî yên ku tevlî cenga Geverê bûbûn vegerîyabûn malên xwe. Ji bo ewlekarîya kelatê û zozanan tenê hezar û pêncsed çekdar di bin destên wî de bûn. Biryar da ku li ber xwe bide. Her du hêz ji bo ku jin û zarok zîyanê nebînin li Deşta Enter hatin pêşberî hev. Di cenga ku nîv danê rojê dom kiribû de, cengewerîya Zeynel derket pêş û hêzên Melek Begê têk çûn.Ji pênûsa Îhsan Colemergî romaneke dîrokî û balkêş. Wek ku xwendevanên Kurdî jî ji nêz ve nas dikin û dişopînin Colemergî di gelek mijaran de bi hosteyî pênûsa xwe bi kar tîne. Ew bi her awayî yê AXA xwe ye. Axa ku jê bûye û pê xwedî bûye hem dijî hem jî vedibêje. Carinan dîroka wê dinivîse, carinan romana wê carinan folklora wê. Bi her awayî diyar e ku der barê axa xwe de xwedîyê gelek gotinan e û gelek gotinên ku hîna negotine hene.Romana Zeynel Beg jî yek ji van gotinan e. Beşek ji dîroka Mîrgeha Hekaryan wek romaneke dîrokî honaye. Lehengê sereke her çiqas Zeynel beg be jî mirov dikare bibêje ku sedsaleke wê mîrgehê hatiye vegotin. Ew sedsal jî sedsala 16'emîn, ango salên 1500'î ne. Mirov dikare bibêje ku ew sedsal ji bo herêmê sedsala herî girîng e. Lewre pêvajoyek bi dawî dibe û pêvajoyeke nû dest pê dike ku bandora wê heta îro jî didome. Zeynel Beg jî kesayetiya vê pêvajoyê ye. Ev pêvajo hem daye destpêkirin hem jiyaye hem jî bûye qurbana vê pêvajoyê.Li gel bûyerên siyasî û têkoşîna desthilatdariyê jiyana rojane û têkilîyên civakî jî hatine vegotin. Bi heman awayî erdnîgarîya herêmê ya ku bûyer lê qewimîne jî daye naskirin. Bajar û keleh, çem û kanî, zozan û banî, rê û dirb...Hespê begzade kimêdê sor e Zînî seda ye, lixav bi mohrê Subê me şer e bedla hingorêHespê bebgzade kimêdê tarî Zînî seda ye, lixav dîyarî Subê me şer e bedla êvarîHespê begzade kimêdê reş e Zînî seda ye, lixav bi nexş e Me Stenbol stend bedla berferş eNivîsa PaşbergêHemû demsalên wê salê bi xemgirtina Zeynel Begê derbas bûn. Zewac nehatin kirin û şahî hatin betalkirin. Nêçîrvan jî neçûn nêçîrê. Tenê xortên bajêr zivistanê li ser banan lîstika pilanê û tixanê bê navber leyîstin. Ev lîstik ji serdemên pêşîn û vir ve li derdorên Kelata Colemêrgê dihatin lîstin. Jîyana mîrê Hekaryan ê herî navdar li hewşa medreseya ku li ser navê wî hatibû çêkirin a li Taxa Binqesrê bi dawî bûbû. Lê têkoşîna di navbera baskê rastê û baskê çepê de bê navber berdewam bû. Xwîndarî û dijminahîya her du baskan piştî mirina wî jî çend qirnan dom kir. Şîretên xanima Bosnayî; ji yên ku li qesrên bilindahîyên Kelata Colemêrgê rûniştî bûn re kêf û şahî kiribûn dîyarî; gelê herêmê jî bi zêmarên şîn û tazîyê salên xwe derbas dikirin.

Fiyat:150 120

Tedarik süresi 3-4 gün

880tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  196

barkod:   9786058140707

Tür :roman

Yayın evi:    Lis Basın Yayın

Bezner Kitaplar

Dağların Efendisi Koçero

48

İncele

ROMANNIVISE SAF Ü DILOVAN

76

İncele

Keşkul

152

İncele

KURDO 2: Çok Sevmiştik Onu

200

İncele

Hamsiz Şair Babasız Metin

224

İncele

Jinavmebarkiriyên Di Nava Me Da

192

İncele

Beyom

144

İncele

Berhevoka Kurdi

44

İncele

Kortıka Fılehan

48

İncele

Yabancı

262.5

İncele

Berfîn

168

İncele

Zaroken Ber Çem

280

İncele

Melaye Cıziri Felsefi ve Tasavvufi Görüşleri

176

İncele

Antolojıya Çîroken Kurdî Cılda 3.

320

İncele

Pijahmo - Bağlar Güneşi Çocukları 1

136

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar