Xweşiya Bi Eş
67.2
İnceleBerhema Nezîrê Cibo; Midyat'tan Baltık Kıyılarına (Hevêrkan Sultanları-2) çîroka dîroka trajîk a herêma di sêgoşeya Midyad, Nisêbîn û Cizîrê a ku di çavkaniyên qedîm ê Asûrî/Suryaniyan de bi navê Tûr Abdîn tê behskirin e. Piştperdeya xebatên çêkîrîna Rêveberiya Otonom a Kurd, ku li Cizîra wekî bînxet tê naskirin, di destpêka sedsala borî de, di pêvajoya netewebûna Kurdan de, ji rêxistina Xoybûn dest pê kiriye, di şewqa pelgeyan de pêşkêşî xwendevên dike. Nivîskar, bi xebata xwe ya hûrgilî dide hîskirin ku li pişt Celadet Bedirxan û Kamûran Bedirxan Begê Mala Haco û hêza wan heye. Çavkanyên herî serhevdeyî yên bi referansa ekola Hawarê, ku çavkaniyên dîroka nêzîk a Kurdî û Kurdistanî ye, zanînên têrtijî pêşkêşî xwendevên dike. Di berhema Nezîrê Cibo ya “Hevêrkan Sultanları-2” de; herêma Tûr Abidîn an jî herêma Hevêrkan wekî panoramaya nasnameyan e! Pirtûka wî; divê wekî dijberiya teza Komara Tirkiyeyê ya fermî û tikparêz e, ku têkilî, pevçûn, dostanî, daxwaz û hebûna êzîdî û Kurdên misliman, Suryanî, Ereb û nasnameyên navborî vedibêje.
Tedarik süresi 3-4 gün
880tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz
Sayfa Sayısı: 203
barkod: 9786054497799
Tür :roman
Yayın evi: Lis Yayınları
Kitap Hakında Yorumlar
Yorumlar