Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Di Keştiyê Dê

 Ferit Edgü

Di Keştîyekê De, ji heşt çîrokên ne-kurt pêk tê, di navbera 1962-1976'an de hatine nivîsandin. Xelata çîrokan a Sait Faik (1979) standiye. Ferit Edgüyê ku gelek berhemdar e û di gelek çeşnên edebîyatê de berhem dane û bi çîrokên kurtik(mînîmal) tê zanîn, di vê berhema xwe de heman vegotina pirmane, sergirtî û tîr bijartibe jî ev çîrok ji gelek çîrokên wî dirêjtir in. Nîvî bêhtir ji van çîrokan alegorîya vê civakê, vî welatî û heme bêje vê dinyayê ne; çîrokên sembolîst in. Rastîya di nava xeyalê de, xeyala di nava rastîyê de bingeha van çîrokan e. Rastîya jiyanê û ya huner di “bîr”a mirov de dimeye û pêk tê. Rastîyên di van çîrokan de di ser rastîyên jîyana rojane re ne. F. Edgü, bi gotinên ku bi zanabêjî li pey hev rêz dike, di heman demê de gotinên ku nabêje, an xef dike jî çîrokan dihûne. Bi vegotina remzî, kurtebêj diyalogên xurt û bijartî çîrokên xwe dihûne, lewra xwendevan raz, valahî û nedîyarîyên çîrokan bi xwe temam dike. Gelek caran jî xwendevan di demên cihê de tiştekî cihê ji wan fêm dike, her xwendevan jî maneyek dîtir-cihê ji çîrokan derdixe, tameke dîtir. Jixwe ma kakilê edebîyata heqîqî ne ev e? Bi vegotina sergirtî têkilîya takekes bi hokerên giştî-civakî re saz dike. Li gorî derbirîna wî, veguheztina dinyayê bi veguheztina takekes pêkan e, takekes ku vê neke tenê dibe temaşevanekî gera dinyayê. Bîyanîbûn, genîbûn, gengeşî, xemsarîya civakê, pirçiqîna takekes, kêferata takekes, bêhntengî, kêlîkên jidestçûyî, kêlîkên xweş, xeyal, bîrhatin û bîranîn bi amûrekê, bêhnekê, bi xîjkekê derbiriye. Di çîrokan de vebêjer her rêwî ye, rêwîyekî rêwinda ye. Hebûn û tunebûn, rêwîtîya seyr a mirovan li vê dinyayê di keştîyekê de nimandiye. Rastî, rastîya takekesî û rastîya hatî sazkirin di rêwîtîyên lenhengan de darîçav kiriye. “Ew çend dûr in kêlîk gava bîr dixitime ew çend nêzîk in wê sermaya wê şevê dijîm aniha ew velerzîn di bedena min a pîr de ye aniha lê dîsa jî ne heman serma, heman velerizîn e. Tişkek kêm e. Wê şevê jî tiştek kêm bû. Bi tevahîya emrê min tiştek ji min kêm bû. Tu caran ez bi ser ve nebûm.”

Fiyat:300 240

Tedarik süresi 3-4 gün

880tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  110

barkod:   9786057535573

Tür :roman

Yayın evi:   Lis Basın Yayın

Bezner Kitaplar

Karanfilleri Taze Kaldı

192

İncele

Mikuri; Pirtukxaneya Ehmede Xani 17

552

İncele

Qurtek Evin

84

İncele

Berhemen Rezoye Ose: Koma 1

240

İncele

Çıldırmanın Kitabı

150

İncele

Le Hekarî Demsalek

520

İncele

Sobarto

352

İncele

Temenen Li Ber Bahoze

390

İncele

Lo u Pırsa Mezın

288

İncele

PIRTÛKA TENÊTÎYÊ

464

İncele

Bilhuşta Lal

224

İncele

Sebariye Merdine 1: Kıtım

368

İncele

Em Bûn Baran

144

İncele

Meriven Reben

320

İncele

Nameyel Ji Bave Min Re

256

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar