Ji bo Kurdan, wateya Îskana Mecbûrî gelekî giring e. Di qirna 19'an de Mîrektîyên Kurdan, di qirna 20î de serokeşîr û eşîrên kurdan koçber kirin û tabîyî Îskana Mecbûrî hîştin. Serokeşîr û eşîr û herêmên ku nexwestin ku biçin koçberîyê û berxwedan, ji alîyê dewleta dagirker ve sîyasetek bi komkujî li dijî gelê Kurd hate bikaranîn. Di vê kitêbê de sîyaseta dewletê ya Komara Tirk bi planeke bingehîn û dijwar, weke Îskana Mecbûrî ku dijî gelek neteweyên dîtir û bi taybeti li dijî Kurda hattîye bikaranîn. Lê ev bûyer ji alîyên rewşenbîr û zankoyên li Tirkîyayê, hîç demekî nebûye mijara nivîsekî an gengeşîyâ rexne û xwerexneya rojane. Di vê kitêbê de mijara vê bêdengîyê parvebûye. Di vê kitêbê de encam ev bû ku, Îskana Mecbûrî ya Kurdan di qirna 20î de çawa pêkan bûye bi şêwaza zanistê were pênasekirin, ragîhandin û şirovekirinî. Daku di zanîngeh, çapamenî, medya û sazîyên dîtir yên Tirkîyayê de çawa bi îdeolojîya fermî ve girêdayîne û rola zanistî û etika zanistîyê, karê çapemenî û medyayê binpê dikin bi nirx û şêwaza zanistê aşkere bike û rabigihîne.