Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Evîna Mêrxasekî

 Îbrahîm Osman

Îbrahîm Osman, bi derengî be jî, piştî berhevkirina gelek lêkolîn û ezmûnan, li ser hev pênc roman nivîsandine, ku Weşanên Lîsê romana wî ya pêşîn a bi navê Evîna Mêrxasekî vê pêlê bi awayekî xweşik çap kir. Romana bi navê Evîna Mêrxasekî ne romanek e mirov bikaribe wekî deqeke ezmûngerayî bihesibîne, lê ji ber ku li ser babeteke ku ji me tevan ve nas e, bi Kurdiyeke ku dê firêqetiyê bide xwendevanên Kurd û piştî lêkolînine li ser wêje û dîroka me ya devkî ya sê sed salên dawî hatî kirin hatiye nivîsandin, bi raya me, em bi her awayî dikarin vê berhemê bi hêsanî li silsileya romanên Kurdî yên bedew zêde bikin. Babeta romanê evîna Dewrêşê Evdî yê Êzdî û Edûla Misilman e, ku romannûsê me, wekî gotina Mem û Zîna Xanî'yê gewre, fesane kiriye behane û qala pêwendiyên şer û aştiyê, evîn û nefretê, talan û bac û qemçûrê, destbirakî û dijminiya eşîrên Kurd, Ereb, Turkmen û dewleta Osmaniyan kiriye. Wekî em pê dizanin, babeta Dewrêş û Edûlê ev deh salên dawî ye li ba Kurdan gelekî populer e, wekî kilam û çîrokeke hema hema li hemû navçe û herêmên Kurdistanê belavbûyî, beriya niha jî bûbû babeta romaneke din, ku ji aliyê Eyup Kiran ve pênc sal berê hatibû nivîsandin û çapkirin. Bi qasî ku em dikarin bibînin, ev çîrok, salên 2000'î wan çaxan bû, bi pêşniyara pêşengê Kurdan, rêzdar Evdila Ocalan, bi derengî be jî, kete rojeva Kurdan. Va ye tê dîtin, her çend pêwîst e pêşî rewşenbîr û nivîskar van babetên neteweyî beriya her kesî bibînin, ev çavkaniyên me yên hêja û têrzeynet dê bêtir werin peydakirin, dê bibin roman, çîrok û babetên kursiyên lêkolînên zanyarî. Îbrahîm Osman bi romana xwe ya bi navê Evîna Mêrxasekî ve di vê kêşe û giriftê gihiştiye, ji bo romana xwe li bingehên dîrokî, kilaman, erdnîgariyê, kesayetî û bûyeran kolaye, ev romana ku bi zimanekî epîk, bi Kurdiyeke dewlemend û bi tevneke ku li ser xwendevanan hukim bike hatiye vehûnandin nivîsiye. Dema ku xwendevan vê romanê bixwîne, ew ê bibîne bê romannûsê me çi qas hewl daye, da ku qonaxeke nasnava Kurd di nava tixûbên romannûsiyê û wêjeyê de bide xwendevanên Kurd, ku gelek caran bi xewtêşkê dikevin, bi têra xwe xwe bernadin gerdûna zimanê Kurdî yê ku li afirandina gelek berhemên bilind tê û dê bê!

Fiyat:300 240

Tedarik süresi 3-4 gün

760tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  452

barkod:   9786057535689

Tür :roman

Yayın evi:   Lis Basın Yayın

Bezner Kitaplar

Jınên Qatên Bılınd

48

İncele

Hespe Şeyten

70

İncele

Zeynel Beg

120

İncele

Lehenge Tazi Keleşe Reş

71.25

İncele

Mamosteyê Sêyemîn Xanî

104

İncele

Besiber

192

İncele

Nameya Dijle

56

İncele

Bılbılhezare

60

İncele

Destpêka Romana Kurdî

200

İncele

Dizen Nasnameyan

204

İncele

Antolojıya Çîroken Kurdî Cılda 3.

320

İncele

Dılname

56

İncele

Rojbaş Heval Qendil

200

İncele

Palmyra'ya Bedew

120

İncele

Mandalin

80

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar