Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

Stranên Kurda - Bi Gotin û Nota

Mehmet Afşar

Mirov dikare hinek hawe û newayên ku di hunerên gel de hatine jibîrkirin di newayên gel ên Kurdî de bibîne. Di wateya giştî de, pêkvexebitîna îrtîcalî ya karhêneriya avanî ya zimanekî xwereng û cîhana haweyan bi awayekî zelal di nava newayên gel ên Kurdî de heye. Ev newayên gel ên ku nîgarên cuda dihundirînin mînakên baş ên dostaniya haweyên kevnar ên Anatolyayê bi xweşikî pêşkêş dikin. Ev pirtûka li ber destên we; hewl dide ku der barê newayên gel ên Kurdî de daneyên ji bo qada akademîk biafirîne. Bi vê perspektîfê, ji bo kesên ku muzîka haweyî dinasin û bala wan li ser perwerdehiya muzîkê ye, ev newa ji bo repertûareke berfireh derî li derfetan vedike. Di xebatên ku li qadê hatine kirin de, çavdêrî hatiye kirin ku ji bo kesên dixwazin stran û klamên bi Kurdî hîn bibin û ji bo vê yekê dest bi xebata li ser muzîkê kirine, yan jî ji bo kesên ku dixwazin hînî muzîka Kurdî bibin, nivîsînên der barê muzîka Kurdî de gelekî kêm in. Ji ber vê yekê ev pirtûk; ji ber pirsgirêkên cuda yên xwegihandina stranên bi nota yên Kurdî, bi armanca hêsankirina xwegihandina nivîsên muzîka gelê Kurd ê ku li erdnîgariya Mezopotamyayê dijî û ev erdnîgarî jî yek ji çavkaniyên bingehîn ên bîra çandî ya cîhanê ye, hatiye amadekirin. Di vê çarçoveyê de, ji bo malbatên ku li çar aliyên cîhanê zarokên xwe dişînin kûrsên ku bi teknolojiya pêşketî ya serdema em tê de dijîn perwerdehiya muzîka haweyê didin, mînakên ji gencîneya çandî ya zindî hatine dayîn. Kêmasiya nivîsên muzîkê yên ku hatine çêkirin a ku bû yek ji sedemên bingehîn ên jêneger ên vê xebatê; mînakên dahûrînên haweyan ên ku dê di dahatûyê de jî bên çêkirin, bi awayekî akademîk dê bên domandin. Ji ber vê yekê bi nota û dahûrînên 198 stranên di pirtûkê de hatiye nivîsandin. Di naveroka pirtûkê de; ligel berhemên hunermendên Kurd ên ku di roja me ya îroyîn de dijîn û muzîka nûjen diafirînin, berhemên hunermendên ku di dîrokên cuda de jiyane û her wiha berhemên gelêrî jî bi nivîsa muzîkê hene. Stranên gel ên gelêrî yên herêmên wek Botan, Xerzan, Amed û Serhedê hatine berhevkirin û notayên wan hatine tomarkirin. Ji ber ku hinek ji wan cara pêşîn e tên belavkirin, ev pirtûk di heman demê de xwediyê taybetiyeke arşîvî ye jî. Sedama ku navê wê Stranên Kurdan e jî ev e ku di pirtûkê de stranên gelê Kurd ên ku ji rabirdûyê ta niha xwe parastine ligel nivîsên muzîka wan û kunyeya wan hatine dayîn. Armanceke din jî ew e ku bîra muzîkê ya çanda gelê Kurd a hêzdar û bîra çandî zindî bê hiştin. Haweyê stranê, herêma wê û çavkanî, kurt û kurmancî nasnameya stranê an jî kunyeya wê jî hatiye pêşkêşkirin. Bi vê yekê qada ku lê afiriye û jiyaye hatiye destnîşankirin û ev jî dê bike ku di xebatên bi vî rengî yên ku dê di qadên cuda de bên kirin de rê li ber berawirdkirina berheman û xebatan vekirî be.

Fiyat:800 480

Tedarik süresi 3-4 gün

520tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  608

barkod:   9786259901411

Tür :

Yayın evi:   Payiz Yayınları

Bezner Kitaplar

Dönemeç Yazıları

200

İncele

Pîro

80

İncele

Morfolojiya Kurmanci u Zimannasi

192

İncele

Kurdistana Nu

240

İncele

Cudi'nin Avucumdaki Parçası Yahya Menekşe Ersin Çelik

52

İncele

Kurd ü Kurdistan

60.8

İncele

Zazakî Û Zazayî - Rêzexebatê Akademîkî

280

İncele

Xutbeyen Kurdi

144

İncele

Öteki Adıyaman

176

İncele

Osmanlı Belgelerinde Bitlis ve Civarı

128

İncele

Diroka Wejeya Kurdi

160

İncele

Alevi- Bektaşi Edebiyatında Ermeni Aşıkları (Aşuğlar)

360

İncele

Nexweşiyen Sereke

80

İncele

Rojnamegeri u Kovargeriya Kurd 1898 - 1932

192

İncele

Batılı Eski Seyyahların Gözüyle Kürtler ve Kürtdistan

152

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar