Payiz Kitap

ÜYELİK GİRİŞİ

isim şifre

Şifremi Unutumburayı Tıklayın

Hesabım Yokhesap açma

Şİfre İşlemleri

Email

Giriş yapınız

Hesabım Yokhesap açma

Sayfa Yükleniyor

animate-windwill

ÊZDÎYATÎ - CIVAK, SEMBOL, RÎTÛEL

Xanna Omerxali

Naverok Ev kitêb li ser êzdiyatiyê ye; yanî li ser yek ji wan dînên herî veşartî û sirdar ên Rojhilata Navîn. Sebebê sereke bo weşandina vê kitêbê ew bû ku herçend hinek xebatên lêkolînî yên baş li ser êzdiyatiyê hatibine weşandin jî, ev dîn bo piraniya kurdan jî hêj wekî metelekê ye, û lazim e agahî û zanyariyên li ser vî dînî ber dest bin bo girse û cemawerên firehtir. Di vê kitêbê de sê beş hene, her beşek ji bo aliyên cihê yên lêkolîna êzdiyatiyê hatiye terxankirin. Her beşek ji du gotaran pêk hatiye û gotarên her beşekê wesa hatine neqandin ku xwendevan bikarin ji perspektîfên cihê bibin xwedanê fikr û têgihiştineke giştî li ser êzdiyatiyê. Hevkat, di her beşekê de pirseke muhîm û aloz a vê mijarê tê vekolan. Armanca kitêbê ew e ku hinek pirsên muhîm ên derbarê dînê êzdiyatiyê û tradîsyona wê ya dewlemend de vebikole. Di vê xebatê de gelek daneyên nû hatine pêşkêşkirin, bi taybetî li ser tradîsyona dînî ya êzdiyên Transkafkasyayê. Destpêk, agahiyên giştî yên êzdiyatiyê dide xwendevanan. Agahiyên kurt û fer dihewîne li ser êzdiyatiyê: Kok û rayên wê, orîjîna navê wê, cografyaya wê ya dînî, metnên pîroz û qewl û beytên wê, kozmogonî, rîtûelên înîsîasyonê, hiyerarşiya rûhanî, hwd. Beşa I, “Civaka Êzdî”, li ser demografiya êzdiyan fokûse dibe: Cemaetên êzdiyanên Iraq, Tirkiye, Sûriye, Ermenistan, Gurcistan û Ewrûpayê vedikole; û piştre behseke cuda dike li ser cemaeta nisbeten nû ya êzdiyên li Rûsyayê. Armanca beşê ew e ku, strûktûra civakî ya têkel a êzdiyan, her ligel sîstemên babik û eşîrtiyê, rave û safî bike. Agahiyên derbarê çar konfederasyonên eşîrên êzdiyanên mezin de dihewîne ku heta serê sedsala berê li ser erdê Împaratoriya Osmaniyan dijiyan û ji ber zorî û kutekan bêgav man koç bikine Ermenistan û Gurcistana îro. Girîngiyeke taybet heye li ser bikaranîna hindek têrmên eşîr û ocax û qebîlan, wekî ocaxên Şêx û Pîra û qebîlên Mirîdan. Dîn ne tenê bi rêka sîstemeke baweriyan belkî bi rêka sembol û rîtûelan jî tê îfadekirin, bi taybetî di tradîsyonên devkî yên wek êzdiyatiyê de. Ev cîhet û mijar hêjayî nirxandineke kûr û bi hurgilî ne, û di her du beşên muteakîp de bi hurgilî hatine vekolan. Beşa II li ser sembolîzma êzdiyatiyê fokûse dibe. Bê şik e ku êzdiyatî dewlemend e bo tradîsyonên sembolan. Nemaze ji ber êzdiyatî tradîsyoneke devkî ye, sembol ciyeke pir taybet digirin û roleke wan a esasî heye di fikr û boçûna êzdiyan a dinyayê de. Sembolên dînî dikare wekî pirên di navbera cîhana rasteqîne û cîhana tecrûbe û zanyariyên dînî de bê dîtin. Tevî tesîra mezin a dînên cîran, êzdiyan karî fikr û boçûn û nirxên xwe yên resen biparêzin: Bo nimûne, wan baweriya kevnare, luminous Tawisî Melek wek Xwedanê vê Dinyayê, û baweriyên din ên resen parastin. Hemû sembolên di vê gotarê de hatî nirxandin, dipeyitînin ku êzdiyatî wê prensîba hanê ya bingehîn piştrast dike ku Ronahî ji Dema Afirînê ve elementeke esasî bûye. Di beşa III. de, “Rîtûelên Êzdiyatiyê”, pratîka dînî ya êzdiyatiyê di çarçoveya rîtûel û merasîman de hatiye vekolan, an ku bi rêka cilve xuyakirina baweriyê. Li vir, hinek merasîmên bi zarokan re elaqedar hatine nirxandin. Ew merasîm rola sêhr û rîtûelên “qenckirinê”, ji ber ku “qenckirin” tiştekî din e. Cem êzdiyan rîtûelên pakkirinê jî hene, cûda ne!) nîşan didin ku armanca wan rîtûelan ew e ku li mirov û hêzên sirûştî kar bike. Jê pê ve, nirxandinek li ser rîtûelên elaqedarî perestgeh û tiştên pîroz heye, her ligel rites de passage, rîtûelên têkildarî merhaleyên cihê yên çerxa jiyanê. Di dilê feraseta êzdiyatiyê de fikrên li ser mefhûmên zahiren dijî hev hene ku di eslê xwe de pir têkildarî hev in: Êzdî ferqê dixine navbera dinyayên pîrozwer û kufrê de lê hewl didin ku wan di nav aheng û hevsengiyê de bigirin. Rîtûelên êzdiyan dikare wek alavên guhestina agahiyên li ser nirxên sereke yên cemaeta êzdiyan, û fikr û boçûna wan a dînî, bêne dîtin. Ew gelek fer û bi kêr in bo hêsankirina têgihiştina dînê êzdiyatiyê. Di dawiya kitêbê de Ferhengokeke têrmên êzdiyatiyê hatiye dayîn. Di kitêbê de nexşeyek û wêneyên ji Kurdistana Iraqê, Ermenistan, Almanya û Rûsyayê hene. Kitêb xîtabî rojhilatnas, pisporên lêkolînên dînî, û xwendevanên elaqedarên lêkolînên Kurdî, û lêkolînên dînî yên modern dike.

Fiyat:220 176

Tedarik süresi 3-4 gün

824tl daha alırsanız kargonuz ücretsiz

Sayfa Sayısı:  141

barkod:   97899443822501

Tür :

Yayın evi:   Avesta Yayınları

Bezner Kitaplar

Keldaniler ve Diyarbakır

120

İncele

KENDEKOL KATLİAMI: Çok Geniş Ölçekli ve Sistematik Gaddarlıklar

48

İncele

Rejgar Yaylasında Yaşam

37.5

İncele

Kürt Hakim - Faik Bucak'ın Yaşamı

136

İncele

Listıken Geleri Lı Kurdıstane

108.8

İncele

Öncü Bir Kürt Aydını: M. Malsimanlı

144

İncele

Hevirtırş

76

İncele

Kürtlük Türklük Alevilik Etnik ve Dinsel Kimlik Mücadeleleri

164

İncele

Rojnamegeri u Kovargeriya Kurd 1898 - 1932

160

İncele

Teran -Terolar - Sivricehöyük

88

İncele

Pêxemberê Jibîrçûyî MANÎ

96

İncele

Sefera Xaçparezan A Seyem 1191

104

İncele

Suriye'nin Kimliksizleri Kürtler

60.8

İncele

Vahşet Laboratuvarında Onur Testi

32

İncele

Yekîtiya Ewropayê

40

İncele

Kitap Hakında Yorumlar

Yorumlar